Kurdische Fragen und Antworten

  • Ez çawa dikarim pîvanên qenckirina taybetî ya yekmirovî (heilpädagogische Einzelmaßnahme) daxwaz bikim?
    1. Telefona Îdareya Sosyalê 0421/361-0 bikim, navê kesê berpirsyar werbigirim û jêre daxwaznameya qenckirina taybetî ya yekmirovî bişînim.
    2. Li ba Komela Pêşketin û Guncawkirinê (EBI - Entwicklungsbegleitung und Integration) destûrê ji bo qenckirina zarok werbigirim.
    3. Telefona 0421/2761909 ya Komela Îdareya Pêşketin û Guncawkirinê (EBI) bikim û agahdar bibim, ka kengê zarok û dê û bavê wî (yan parêzvanên wî) dikarin herin wir.
    4. Zarok û dê û bavê wî (yan parêzvanên wî) tên Îdareya Pêşketin û Guncawkirinê (EBI).
    5. Îdareya Pêşketin û Guncawkirinê (EBI) nêrînên xwe dişîne Îdareya Sosyalê.
    6. Îdareya Sosyalê biryarê distîne, ka pîvanên qenckirinê pêwîst in yan na. Îdareya Sosyalê vê biryara xwe bi her alî ve parve dike: hem bi Îdareya Pêşketin û Guncawkirinê (EBI), hem jî bi malbatê re.
    7. Eger ev pîvan hatin pejirandin, Îdareya Pêşketin û Guncawkirinê (EBI) bi dê û bav yan parêzvanên zarok re li hev dike, kengê û çend caran zarok divêt ji bo pîvanên qenckirinê here wir. 


  • Çawa pîvanên qenckirina taybetî ya yekmirovî (heilpädagogische Einzelmaßnahme) derbas dibin?
    1. Pêşê di komela Pêşketin û Guncawkirinê (EBI) de hevdîtinek pêk tê. Têde tê zelalkirin, ka kengê pîvan dikarin destpê bibin.
    2. Qonaxa êşnasîne: Di şeş hevdîtinan de êş û derdên zarok bi her alî di bin çavan re derbas dibin. Kesê berpirsyar hemû pirsgirêkan bi dê û bav yan parêzvanên zarok re parve dike û berdewamkirina pîvanan gotûbêj dike.
    3. Malbat û hemû kesên derûdor tên agahdarkirin: Di dema noşekarî û qenckirina zarok de kesê berpirsyar digel malbata zarok diaxive. Herweha kesê berpirsyar diçe hêlîn yan dibistanê û li wir nêrînên xwe ji ji kesên peywedîder re şirove dike.
    4. Dem û dawiya vê pêvajoyê: Ev pêvajo bi navoserî du salan didome. Di axavtinên pilankirî de kesê berpirisyar pêşketina zarok û gavên pêwîst zelal dike.
  • Ev pîvan li kuderê pêk tê?

    Li gor mala zarok e: yan li Horn-Lehe (Leher Heerstr. 194) yan jî li Walle (Cuxhavener Str. 7).

  • Ji kê re ev pîvan baş in?

    Ev pîvan bi piranî ji bo wan zarokên dibistanê û gencan baş in, yên ku:

    • di pêşketina xwe de paşde mane
    • di fahmikirina rastiyê de sist û lawaz in
    • bi tirs in
    • bi serborî û tecrûbeyên giran in yan trauma wan heye
    • ji ber jihevdûrketina dê û bavê xwe diligiran in
    • ji ber mirina meriv û dostên xwe xemgîn in
    • bi malbatên xerîb re dijîn, yên ku ew xwedî kirîne.
Download als pdf-Datei
Share by: